Hewlêr û Bexdayê bo berhingarbûna madeyên hişber hevahengî heye
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Giştî yê Rûbirûbûna Madeyên Hişber li Iraqê got ku, hevahengiya di navbera Hewlêrê û Bexdayê de ji bo rûbirûbûna madeyên hişber bandor li ser operasyonên Iraqê li ser asta navneteweyî jî çê kiriye.
Rêveberê Giştî yê Rûbirûbûna Madeyên Hişber li Iraqê Ehmed Zerkanî îro (Sêşem, 25ê Mijdara 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Endamên tîma rûbirûbûna madeyên hişber li Herêma Kurdistanê bi rastî jî qehreman in, ew karên xwe bi baldarî dikin û wekî yek tîm bi Bexdayê re dixebitin.”
Ehmed Zerkanî herwesa got: “Hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ji bo rûbirûbûna madeyên hişber bandor li ser operasyonên Iraqê li ser asta navneteweyî jî kiriye.”
Hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de di doza berhingarbûna madeyên hişber de di dema çend salên borî de gihîştiye asteka pir bilind. Herdu alî gihîştine wê bawerê ku, madeyên hişber xetereka hevpar a "ewlehî û neteweyî" û sînoran nas nake.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe ya Iraqê jî rêveberiyên nehêlana madeyên hişber hene û têkiliyên rojane ji bo lihevguhertina zanyaran hene.
Wan herwesa odeya operasyonên hevpar jî ji bo şopandina torên bazirganîkirinê heye. Bi saya vê hevahengiyê, pir caran bazirganek ji bajarekê Iraqê hatiye xwestin û li Hewlêrê hatiye girtin, û berevajî jî.
