Fuad Hisên û Michael Rigas avakirina hikûmeta nû ya Iraqê nîqaş kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Birêvebirin û Çavkaniyan kir û pê re hin mijarên girîng nîqaş kirin.

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên îro (Sêşem, 2ê Berçileya 2025ê) li bajarê Bexdayê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Birêvebirin û Çavkaniyan Michael Rigas kir û pê re li ser rêyên pêşxistina têkiliyên dualî û hevahengiya hevpar di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de nîqaş kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, tevî tekezkirina li ser lezkirina di avakirina hikûmeta Iraqê  ya nû de di dema wê ya destûrî de, rewşa aloz a Sûriye û Îranê û bizavên kêmkirina aloziyan hatine nîqaşkirin, herwesa ji Amerîkayê hat xwestin ku ji ber aramiya rewşa ewlehiyê hişyariyên seferê ji bo Iraqê ji nû ve binirxîne.

Tewerê sereke yê wê civînê ji bo qebxwaziyên herêmî û navneteweyî hatibû terxankirin, bi taybetî rewşa Sûriye û Îranê, tê de tekez li ser girîngiya kêmkirina aloziyan û avakirina hevfêmkirinê wekî pêngavek ji bo çespandina ewlehî û aramiyê hat kirin. Di vê çarçoveyê de, Wezîrê Derve yê Iraqê bal kişand ser rola welatê xwe di piştgiriya bizavên tenahiyê li deverê de.

Fuad Hisên di derheqa rewşa navxweyî ya Iraqê de jî li ser tevgerên siyasî yên piştî hilbijartinan axivî û pêdivî dît ku li gorî demên destûrî û liberçavwergirtina hevsengiya di navbera hêzên siyasî de lez di avakirina hikûmeta federal de kirin, da ku pêvajoya demokrasiyê û karên parlamentoyê û hikûmetê bi rengekê normal bên meşandin.

Wezîrê Derve yê Iraqê pesna jîngeha erênî ya hilbijartinan û bilindbûna rêjeya tevlîbûnê da û bi girîngî behsa nêzîkbûna jivanê vekirina Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê kir, herwesa daxwaz kir ku kar ji bo dubare vekirina Konsulxaneya Amerîkayê li Parêzgeha Besrayê jî bê kirin.

Wezîrê Derve yê Iraqê di warê aborî de jî daxwaz kir ku hevahengiyên di warên jêrxane û veberhênanê de berdewam bin û şirketên Amerîkayî vegerin ser karê xwe li Iraqê, herwesa bang li aliyê Amerîkayîî kir ku hişyariyên seferê bo Iraqê ji nû ve binirxîne, ji ber ku rewşa ewlehiyê ya wî welatî aram e û derfeta veberhênanê guncayî ye.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî ji aliyê xwe ve pesna wan pêşketinan kir ên ku Iraqê di warên ewlehî û aramiyê de bi dest xistine û piştgiriya welatê xwe ji bo wan bizavan tekez kir, herwesa tekez li ser girîngiya berdewamiya hevahengiya herêmî û navneteweyî ji bo rûbirûbûna qebxwaziyên cuda cuda di çarçoveya têkiliyeka erênî ligel hikûmeta Iraqê de kir.

 
Fly Erbil Advertisment