Kurtulmuş: Ocalan daxwaza federasyonê û fermîbûna zimanê kurdî nekiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtinê de daxwaza "federasyonê" yan "fermîbûna zimanê kurdî" nekiriye, berevajî vê yekê, wî xwestiye ku pîvanên demokrasiyê li Tirkiyeyê bipêş bikevin.

Numan Kurtulmuş ku hevdem Serokê Komîsyona Pêvajoya Aştiyê ye, ji rojnameyeke Tirkiyeyê re axivî û hûrgiliyên nû derbarê hevdîtina li Îmraliyê de parve kirin.

Kurtulmuş di daxuyaniya xwe de îdia kir, di hevdîtinan de mijarên wekî dewleta serbixwe, federasyon an konfederasyon nehatine rojevê. Her wiha wî destnîşan kir ku Ocalan daxwaza "fermîbûna zimanê Kurdî" jî nekiriye.

Li gorî gotinên Kurtulmuş, Ocalan daxwaza bidawîanîna pirsgirêkê û pêkanîna aştiyê kiriye û gotiye: "Bila pîvanên demokrasiya Tirkiyeyê bipêş bikevin û di vê çarçoveyê de daxwazên Kurdan jî werin bicîanîn."

Derbarê xebatên Komîsyona Pêvajoya Aştiyê de, Serokê Parlamentoyê diyar kir ku prose û karên komîsyonê heta niha baş birêve çûne, lê hişyarî da ku qonaxa ji vir û pê ve "gelek hestiyar" e.

Hat ragihandin ku endamên komîsyonê yên serdana Îmraliyê kiribûn, dê di civîna îro de hûrgiliyên hevdîtinê û naveroka wê ji endamên din ên komîsyonê re vebêjin. Kurtulmuş nêrîna endaman ya derbarê hevdîtinê de wekî "gelek erênî" binav kir.

Di dawiyê de Kurtulmuş tekez kir ku tiştek ji raya giştî nehatiye veşartin û da zanîn ku tomarên dengî yên hevdîtinê di destê Teşkîlata Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) de têne parastin.

 
Fly Erbil Advertisment