Serokwezîrê Iraqê encamên lêkolînên êrîşa li ser kêlgeha Kormorê pesend kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, encamên dawî yên Komîteya Lêkolînê ya derbarê êrîşa li ser Kêlgeha Gazê ya Kormorê de pesend kirin. Di raporê de hûrgiliyên êrîşê, nasnameya bikeran û çendîn pêşniyarên ewlehiyê cih digirin.

Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Nûman şeva borî 3ê Berçile naveroka rapora Komîteya Lêkolînê ya derbarê êrîşa li ser Kêlgeha Gazê ya Kormorê eşkere kir.

Hûrgiliyên Êrîşê

Li gorî raporê, êrîşa li ser Kormorê bi rêya du dronan hatiye kirin.

- Dronek li kêlgehê ketiye û ya din li derveyî kêlgehê ketiye xwarê.

- Dron ji aliyê başûrê kêlgehê ve, bi taybetî ji navçeyên rojhilatê Xurmatû hatine avêtin.

- Heta niha 11 caran êrîş li ser vê kêlgehê hatiye kirin.

Nasnameya Êrîşkeran

Di raporê de hatiye diyarkirin ku nasnameya encamderên êrîşê hatiye destnîşankirin. Ew kesên "ji yasayê derçûyî" (deryasayî) ne û ji bo hinekan ji wan, fermana girtinê derketiye û hêzên ewlehiyê li pey wan in.

Pêşniyarên Komîteyê ji bo Paşerojê

Komîteyê ji bo parastina kêlgehê û rêgirtina li êrîşên din, ev pêşniyar kirine:

1- Belavkirina hêzên ewlehiyê li rojhilatê Selahedînê ji bo dagirtina valahiyên ewlehiyê.

2- Guhertina fermandeyên leşkerî yên wan deveran bi fermandeyên jêhatî.

3- Bihêzkirina hevahengiya îstixbaratî di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de.

4- Dabînkirina sîstema berevaniya asîmanî ji bo Kormorê ji aliyê Wezareta Berevaniyê ve.

5- Danîna rêkarên tund ji bo bikaranîna dronan.

"Êrîşker Bê Ceza Namîne"

Di daxuyaniyê de tekezî hat kirin ku ev êrîş kiryareke terorîstî ya metirsîdar e ku serwerî û aboriya Iraqê dike armanc û êrîşkerên wê bê ceza namînin.

Şeva Çarşemê (26ê Mijdarê) êrîşeke dronî li ser Kormorê hatibû kirin ku bibû sedema rawestandina gaza wîstgehên elektrîkê.

 
Fly Erbil Advertisment