Bijîşkekê Dihokê pileya yekê di kongreyeka cîhanî de bi dest xist
Navenda Nûçeyan (K24) - Bijîşkekê şarezayê nexweşiyên dil û hinavan li bajarê Dihokê, di dema tevlîbûna xwe ya di konferanseka navneteweyî de li welatê Îmaratê, bi pêşkêşkirina keysekê bijîşkî yê kêmdîtî pileya yekê li ser asta hemî bijîşkên tevlîbûyî bi dest xist.
Bijîşkê Şareza li Navenda Azadiyê ya Nexweşiyên Dil li Dihokê Dr. Mihemed Selîm Meter tevlî konferansa salane ya Komeleya Kendavî ya Destwerdana Bijîşkî ya Dil û Qeyseriyê (GIS) bû.
Dr. Mihemed di wê kongreyê de çîroka serkeftinê ya çareserkirina nexweşekî pêşkêş kir, ku tûşî girtina bi tevahî ya xwînbera çepê ya dilê xwe (Left Main Artery) bûbû.
Li gorî zanyaran, rewşa wî nexweşî di dema qeyseriyê û danana tor û balonan de de aloztir bû û krîza dil a giran derbaz kir. Tevî xetereyan jî, Dr. Mihemed bi rêya bikaranîna çend teknîkên nû û pêşketî di warê qeyseriyê de li ser wan aloziyan zal bû û jiyana wî nexweşî ji mirinê rizgar kir. Niha rewşa tenduristiya wî nexweşî binecih û baş e.
Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Dihokê di vî warî de pîrozbahî li Dr. Mihemed Selîm kir û ev destkeftî ji bo sektora tenduristiyê ya parêzgeha Dihokê û hemî bijîşkên Kurd wekî serbilindiyeka mezin binav kir.
Navenda Dil a Azadiyê li bajarê Dihokê wekî yek ji navendên herî pêşketî yên Iraqê tê hesibandin, ku her sal bi hezaran neştergerî û qeyserî lê tên kirin û xizmeta welatiyên Dihokê û derdora wê dike.
Kongreya Komeleya Kendavî ya Destwerdana Bijîşkî ya Dil û Qeyseriyê (Gulf Intervention Society) yek ji civînên zanistî yên herî girîng li Rojhilata Navîn û Kendavê ye, ku her sal li welatê Îmaratê tê lidarxistin. Di vê kongreyê de nûtirîn vekolan û teknîkên warê qeyserî û neştergeriya dil ji hêla bijîşkên cîhanê ve tên nîqaşkirin.
Vekirina xwînberekê ku bi tevahî girtî be (Chronic Total Occlusion) an jî tûşî girtina ji nişkê ve bûbe yek ji bizehmettirîn pêvajoyên qeyseriyê ye û hewcedarî bi serheliyeka bilind û teknolojiya pêşkeftî heye.