Li Helebceyê 3 çekdarê DAIŞê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Derengiya şeva borî, hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê di operasyoneke taybet de, li parêzgeha Helebceyê şaneyeke rêxistina DAIŞê têk bir. Di encama operasyonê de, 3 endamên çalak ên rêxistinê hatin girtin ku yek ji wan xwedî pileya "Mîrê Lojîstîkê" bûye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke ewlehiyê hatine bidestxistin, operasyon piştî komkirina zanyariyên îstixbaratî yên piştrastkirî pêk hatiye. Hat diyarkirin, piştî tespîtkirina şaneyeke razayî ya DAIŞê li malekê, tîmên operasyonên taybet êvara şeva borî 8ê Berçile dest bi tevgerê kirine.

Di dema girtinê de pevçûn derket

Çavkaniyê diyar kir, dema hêzên ewlehiyê gihîştine cihê diyarkirî û dora malê girtine, çekdaran hewl dane li hember hêzên asayîşê li ber xwe bidin. Lê belê tîmên operasyonê bi lez rewş xistine bin kontrolê û di demeke kurt de her sê çekdar desteser kirin.

Hat ragihandin, di dema pevçûnê de efserêkî Rêveberiya Operasyonên Asayîşê birîndar bûye. Hat zanîn jî, rewşa tenduristî ya efserê birîndar cîgir e û metirsî li ser jiyana wî tune ye.

Kesên hatine girtin, ji bo destpêkirina lêpirsînên yasayî radestî aliyên peywendîdar hatine kirin.