Kabîneya Nehem çawa Hewlêr ji lehiyan parast?

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya cîbicîkirina projeyên stratejîk ên wekî çêkirina gol û bendavan, karîye metirsiya lehiyê li sînorê parêzgeha Hewlêrê bi awayekî berçav kêm bike.

Di çarçoveya bernameya Kabîneya Nehem a ji bo sûdwergirtina ji ava ser erdê û parastina ava bin erdê de, heta niha li sînorê parêzgeha Hewlêrê 7 gol bi mebesta rêgirtina li lehiyê û komkirina avê bi temamî hatine çêkirin.

Herwiha hat ragihandin, niha kar li ser dirustkirina zêdetirî 30 golên din jî berdewam e. Tê çaverêkirin ku bi temambûna van projeyan, şiyana galdana avê zêdetir bibe û metirsiya lehiyê kêmtir bibe.

Rêveberê Plankirinê li Rêveberiya Avdêriya Hewlêrê Huner Omer ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ji bo rêgirtina li lehiyê, me tenê gol çênekirine, belkî me gelek projeyên din jî encam dane, wekî paqijkirina hemû geliyên sirûştî yên avê li Hewlêrê."

Tîmên peywendîdar beriya demsala baranê dest bi paqijkirina torên kanalîzasyonê û kendên sirûştî kiribûn. Ev gavên hikûmetê sîstemeke yekgirtî pêk tînin ku armanc jê parastina Hewlêrê ye ji lehiyê, herwiha geşepêdana kerta çandinî û ajeldariyê û zêdekirina ava bin erdê ye.

Ev amadekarî di demekê de ne ku ev çend roj in pêleke bihêz a baranê Herêma Kurdistanê girtiye û tê pêşbînîkirin heta êvara îro Çarşemê 10ê Berçile berdewam be.

Her çend e Hewlêr ji lehiyê parastî bû, lê ji ber vê pêla baranê li sînorê Çemçemal û Kerkûkê lehî rabû û mixabin bû sedema canjidestdana 3 welatiyan.