Li Kerkûkê lîstika Çarçoveya Hêviyê hat pêşkêşkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Kerkûkê lîstika Çarçoveya Hêviyê bi tevlîbûna aktorên navdar ên Kerkûkê û amadebûna gelek temaşevanan hat pêşkêşkirin, ku ji derhênana Necad Necim e û berhema Koma Hawarê ya Şanoyê ye.
Derhênerê vê lîstikê Necad Necim îro (Yekşem, 14.12.2025) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ew lîstik di nav hejmareka zêde ya temaşevanan de hat pêşkêşkirin. Tiştê girîng ew bû ku Dr. Ferhad Pîrbal jî li wê derê amade bûbû û ew qas bi lîstika me dilxweş bû ku, ji tekista wê zêdetir li ser wê axivî.”
Necad Necim herwesa got: “Çîroka vê lîstikê li ser tundûtûjî û dijwariya mirovan e, di raman û îdeolojiyê de, ka mirov çawa di hundirê xwe de tundûtûj û dijwar in, ku çawa dixwazin bi ramanên xwe yên tund kesên din biêşînin û wan bixin nav qalibekî ku tenê di çarçoveya xwe de bizivirin û raman îdeolojiyên xwe li ser wan zal dikin.”
Navbirî amaje jî da: “Me Kerkûk bi lîstik, çand, wêje û bedewtiyê tijî kiriye. Mehek tune ku em sê-çar çalakiyên hunerî û lîstikan nekin, lê dîsa jî me hemî karên xwe bi kalitî û asteka bilind pêşkêş kirine.”
Lîstika Çarçoveya Hêviyê ji derhênana Necad Necim û ji nivîsîna Melak Ehmed e. Hawser Îdrîs, Selam Zengene, Hemeyê Şano, Hemdî Heme Emîn, Mihemed Elî û Hawjîn di vê lîstikê de rol lîstine.