Hatîmogullari ji hikûmetê re: Demê winda nekin, çareseriya yasayî pêwîst e
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari li Edeneyê ragihand, têkoşîna gelê Kurd divê êdî derbasî zemîna siyaseta demokratîk û statuya hiqûqî bibe.
Di çarçoveya serdanên xwe yên ji bo bajaran de, îro 15ê Berçileya 2025an, Tulay Hatîmogullari li Edeneyê ligel berpirsên şaxên partiyê civiya. Di civînê de nirxandinên berfireh li ser proseya aştiyê û rola komîsyona parlamentoyê hatin kirin.
Hatîmogullari diyar kir, têkoşîna nîv sedsalî ya gelê Kurd gelek destkeftî bi xwe re anîne, lê êdî dem hatiye ku ev destkeftî bên mîsogerkirin. Herwiha got: "Em behsa gelekî dikin ku bi têkoşîna çekdarî hebûna xwe daye qebûlkirin. Di dema niha de hewce ye ev destkeftî derbasî zemîna siyaseta demokratîk bibin û veguherin statûyeke hiqûqî. Ev pêngav dê deriyê demokratîkbûnê ji bo hemû gel û baweriyên Tirkiyeyê veke."
Hevseroka DEM Partiyê bal kişand ser wê yekê ku çareseriya pirsa Kurd û pirsa Elewiyan bi hev ve girêdayî ne û got: "Mîsogerkirina mafên gelê Kurd, dê rê li ber cîbicîkirina daxwazên civaka Elewî jî veke."
Herwiha derbarê hevdîtina li Îmraliyê de zanyarî parve kirin û got: "Di dema banga 27ê Sibatê de ez li Îmraliyê bûm. Birêz Ocalan bi hûr û kûr sedema banga xwe ji me re şîrove kir. Di hevdîtinê de wî behsa tifaqa dîrokî ya Kurd û Tirkan ji şerê Milazgirê heta îro kir û giringiya zemîna yasayî destnîşan kir."
Hatîmogullari rexne li hikûmetê girt ku prose hêdî dimeşe û got: "DEM Partiyê rapora xwe pêşkêş kir, lê hinek partiyan hîn nekirine. Bendewariya me ew e ku piştî Serê Salê di demeke kurt de li komîsyonên pêwendîdar sererastkirinên qanûnî dest pê bikin."
Hatîmogullari bi taybetî bal kişand ser "Qanûna Înfazê" û got: "Derxistina qanûneke taybet û berfireh pêwîst e. Divê qanûna înfazê biguhere, ji ber ku rejîma heyî dibe sedem ku girtiyên siyasî demekî dirêj di girtîgehê de bimînin. Ev bêedaletî divê ji holê rabe."
Di dawiya axaftina xwe de, Hatîmogullari hişyarî da desthilatê û got: "Em dibînin ku îktîdar bi zanebûn proseyê bi demê re dihêle û rewşekî mijûlkirinê heye."