Parlamenterên DEM Partî û AK Partiyê yên Wanê li hev civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) yên parêzgeha Wanê, ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên bajêr û rêyên çareseriyê, li parlamentoyê civiyan.
Civîn îro Sêşemê 16ê Berçileyê, li ser daxwaza Cîgira Serokê Meclîsê û Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan pêk hat. Parlamenterên her du partiyan li Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) hatin ba hev.
Li gorî zanyariyan, hevdîtin li odeya Pervîn Buldan a li parlamentoyê birêve çû. Di civînê de ji bilî Pervîn Buldan, parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê; Zulkuf Uçar, Sinan Çiftyurek, Gulderen Varli û Mahmut Dindar amade bûn. Ji aliyê AK Partiyê ve jî parlamenterên Wanê Burhan Kayaturk û Kayhan Türkmenoglu beşdarî civînê bûn.
Di civînê de pirsgirêkên ku xelkê Wanê pê re rûbirû ne û pêşniyarên ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hatin nîqaşkirin.
Hat ragihandin, parlamenterên DEM Partî û AK Partiyê li hev kirine ku ji bo şopandina pirsgirêkan û dîtina çareseriyan, ji niha û pê ve jî hevdîtinên bi vî rengî bidomînin û car caran li hev bicivin.