Davutoglu piştî civîna bi Şanda Îmraliyê re: Divê zemîna yasayî ya aştiyê were amadekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê serdana Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) Ahmet Davutoglu kir. Davutoglu di daxuyaniya hevbeş de hişyarî da ku pêvajo hêdî dimeşe û xwast zimanê Kurdî di bin parastina yasayî de be.

Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol pêk tê, îro 16ê Berçileyê li Enqereyê bi Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu re civiya. 

"Pêvajo hêdî dimeşe, divê zemîna yasayî bê amadekirin"

Piştî hevdîtinê, di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de Ahmet Davutoglu axivî û diyar kir, Tirkiye di qonaxeke gelek girîng û hestiyar de derbas dibe. Davutoglu destnîşan kir ku ew pêşwaziyê li şandeke wisa dikin ku berpirsyariyeke mezin ji bo "Tirkiyeya bêteror" girtiye ser milê xwe.

Davutoglu rexne li leza pêvajoyê girt û got: "Bi dîtina min pêvajo hêdî dimeşe, lewma divê di demeke herî nêz de bigihîje encamê. Em daxwaz dikin ku desthilat di zûtirîn dem de zemîna yasayî ya pêvajoya aştiyê amade bike."

Serokê Partiya Pêşerojê bal kişand ser mafên çandî û zimanî û got: "Li Tirkiyeyê divê mafê hemû zimanan parastî be, zimanê Kurdî jî di nav de."

Girêdana bi Sûriye û Herêma Kurdistanê ve

Davutoglu di berdewamiya axaftina xwe de têkiliya pêvajoyê bi geşedanên herêmî ve girê da û got: "Rewşa Sûriyeyê bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye. Divê Rêkeftina 10ê Adarê bi awayekî ku mafên demokratîk ên Kurdan li herêmê biparêze, were cîbicîkirin. Her wiha lezkirina pêvajoya danîna çekan li Bakurê Iraqê, dê pêvajoya amadekirina zemîna yasayî li Tirkiyeyê jî bileztir bike."

Davutoglu herî dawî bang li Komîsyona Aştiyê ya Parlamentoyê kir ku raporta xwe ya dawî û pêşniyaran di demeke nêz de amade bikin.