Alîgirên Zaxoyê xelata "Baştirîn Alîgirên Cîhanê" ya FIFAyê bidest xistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Alîgirên Yaneya Zaxoyê xelata "Baştirîn Alîgir" (FIFA Fan Award) a cîhanê wergirtin. Ev xelat ji ber helwesta wan a mirovî ya ji bo zarokên nexweşên penceşêrê hate dayîn.
Federasyona Futbolê ya Navdewletî (FIFA) îro 16ê Berçileyê encamên xelatê li hejmara xwe ya tora civakî “X” aşkere kir û diyar kir, Alîgirên Yaneya Zaxoyê di asta cîhanê de bûn yekem û xelata "FIFA Fan Award" bidest xistin.
Çîroka Xelatê: Barîna Lîstikan
Sedema wergirtina vê xelatê vedigere lîstika di navbera Zaxoyê û Yaneya Hudûd de. Di wê lîstikê de, handerên Zaxoyê ji bo piştgirîkirina zarokên ku bi nexweşiya penceşêrê ketine, bi hezaran lîstik, bûk û diyariyên zarokan barandin nava yarîgehê.
Biryar e merasîma dabeşkirina xelatên "The Best" ên FIFAyê ji bo sala 2025an, îşev li Dohaya paytexta Qeterê, demjimêr 08:00ê şevê bi dema Hewlêrê, bi amadebûna nêzîkî 800 kesan li hola "Fairmont Katara" dest pê bike. Di merasîmê de baştirînên cîhanê li ser asta mêr û jinan tên xelatkirin.