Mihemed Şukrî: Hewlêr bûye navenda kombûna bazirgan û veberhêneran

Mihemed Şukrî
Mihemed Şukrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku bajarê Hewlêrê bûye navendeke serekî bo komûna bazirgan û veberhênaran. Herwesa eşkere kir ku li gorî plana stratejîk a hikûmetê heta sala 2035ê, amadekarî bo pêşwazîkirina 20 milyon geştyaran tê kirin.

Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî îro Çarşemê, 14ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyeka taybet de bo Kurdistan24ê eşkere kir: “Di dema du mehên borî de, pênc pêşangehên navdewletî yên giring li bajarê Hewlêrê hatine vekirin, ku zêdetirî 800 kompaniyên navxweyî, herêmî û biyanî tevlî wê bûne.

Mihemed Şukrî amaje bi wê yekê jî kir ku ev tevgera bazirganî ya zêde nîşan dide ku Herêma Kurdistanê bûye jîngeheke aram û guncayî bo veberhênarên cîhanê. Tekez jî kir ku Hewlêr bûye navendeke serekî bo kombûna bazirgan û veberhênaran.

Di pareka din a axaftina xwe de, navbirî nexşerêya paşerojê ya kerta geştyariyê eşkere kir û got: “Di çarçoveya plana stratejîk a demdirêj a Herêma Kurdistanê bo kerta geştyariyê heta sala 2035ê, em kar û amadekariyên temam dikin daku em bikarin pêşwaziyê li 20 milyon geştyaran ji seranserî cîhanê bikin.”

Di derheqa mekanîzmaya bicihanîna wê armancê de jî, Serokê Desteya Veberhênanê tekez kir ku amadekarî bo destpêkirina hejmareka projeyên mezin û bandora veberhênana geştyariyê li derdora golan, pondên çêkirî û bendavên Kurdistanê tê kirin, bi awayekî ku ew cîh bibin navendên balkişandina geştyariyê yên serdem û hevçerx.