Li Sura Diyarbekirê di Hemama Paşa de pêşangeheke rengîn vebûye
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê pêşangehek rengîn a berhemên bi keda destan hatine amadekirin vebûye, ku remzên Diyarbekirê bi awayên cihêreng tên pêşkêşkirin ku hem bo kedkar û hunermendan dibe deriyê debarê hem jî feydeyî dide geştiyarî û danasîna Diyarbekirê jî. Pêşangeh di Sura Diyarbekirê de di nava şûnwarek dîrokî de hatiye vekirin û di heman demê de kesên serdana pêşangehê dikin di dîrokê de jî derdikevin geştek rengîn.
Di çarçoveya Mîhrîcana Rêya Çanda ya 5. Ya Diyarbekir de ji aliyê Enstîtuya Gihandina Xwendekarên Karên Destan ve pêşangehek rengîn li navçeya dîrokî Sûrê de hate vekirin. Hemama dîrokî ya bi navê Hemama Paşa mazuvaniya vê pêşangehê dike. Di pêşangehê de berhemên bi keda destan hatine honandin bo serdêran tên pêşkêşkirin. Amadekarên pêşangehê didin zanîn ku ew bi vê xebatê hem feydeyî didin danasîna dewlemendiyên çandî û dîrokî û hem jî bo xwendekarên xwe dibin deriyê debarê.
Gerîneneya Enstîtûya Gihandina Xxwendekaran Ûfuk Yakût di vî warî de got: “Em kevneşopiyê digihînin pêşerojê, çanda Diyarbekir didin nasîn, di çêkirina berhemên me de zîv, hevrişm, kevirên taybet tên bikaranîn, her wiha cil û bergên ku çanda Diyarbekir nîşan didin tên bikaranîn. Berhemên ku di nava salekê de hatine çêkirin tên pêşandan, kargeha me jî heye, em berhemên xwe li wê derê difiroşin.”
Di nava pêşangeha berhemên bi keda destan tên çêkirin de li aliyekê çêkirina berhemên nû jî berdewam e ku kesên bi keda destê xwe berhemên rengîn diafirînin dibêjin karê wan zehmet e û baldarî û şiyanek taybet dixwaze lê dema ku berhemek bi dawî dibe bi wan dibe cihê keyfxweşîyê.
Hîcran Karaman a kedkar jî got: “Ji xwe bazinê hesîr sembola Diyarbekirê ye, ez yek bi yek telan li hev ba didim, baldarî û kedek taybet dixwaze, çend qonaxên wî jî hene, zehmet e lê dem abi dawî dibe keyfxweş dibim.”
Fatma Kaya Altindag a kedar jî di vî warî de ragihand: “Heger ez turikek çekim derdora 10 rojan de bi dawî dibe, lê heger xalîçe çekim, engo berhemek mezin be carnan bi mehan jî didome.”
Şûnwarên dîrokî yên ku wek remzên Diyarbekirê tên dîtin bi keda destan ji nû ve tên afirandin û ev yek feydeyî dide geştiyarî û danasîna Diyarbekirê jî.