Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li alîgirên Yaneya Zaxoyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Federasyona Futbolê ya Navdewletî (FIFA) bi fermî ragihand, handerên Yaneya Zaxoyê xelata "FIFA Fan Award" a sala 2025an wergirtine. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi vê boneyê peyameke pîrozbahiyê arasteyî handeran kir.

FIFAyê îro 16ê Berçileyê li ser hejmara xwe ya tora civakî ya "X"ê ragihand, Alîgirên Yaneya Zaxoyê zêdetirîn deng li ser asta cîhanê bidest xistin û bûn xwediyê xelata FIFAyê ji bo "Baştirîn Handerên Sala 2025an". 

Mesrûr Barzanî: Ev serkeftineke mezin e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî ragihandina encaman peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got: "Ez pîrozbahiyeke germ li alîgirên dilsoz ên Zaxoyê dikim bi boneya bidestxistina xelata FIFAyê. Ev serkeftineke mezin e ji bo werzîş û handeran li seranserê Kurdistan û Iraqê."

Alîgirên Zaxoyê pêşiya hevrikên xwe yên Arjantînî û Spanyayî ketin û bûn yekemîn hander li ser asta Rojhilata Navîn ku vê xelatê werdigirin.

Biryar e îşev demjimêr 20:00 (08:00ê şevê) bi dema Hewlêrê, merasîma dabeşkirina xelatên "The Best" bi amadebûna nêzîkî 800 kesan li hola "Fairmont Katara" li Dohaya paytexta Qeterê birêve biçe. 

Di merasîmê de baştirînên ser asta mêr û jinan tên xelatkirin, lê belê FIFAyê beriya merasîmê, serkeftiyên xelata baştirîn handerên salê aşkere kir ku tê de handerên Zaxoyê bi dengên herî zêde bûn xwediyê xelatê.

Tê çaverêkirin ku îşev nûnerê Zaxoyê bi awayekî online beşdarî merasîma FIFAyê ya li Dohaya paytexta Qeterê bibe û ji aliyê Serokê FIFAyê ve pîrozbahî lê were kirin.

Handerên Yaneya Zaxoyê di lîstika yaneya xwe ya li hember Yaneya Hudûd a di werza borî ya Xula Stêrkên Iraqê de, wekî dilsoziyekê ji bo wan zarokên ku bi nexweşiya penceşêrê ketine, bi hezaran lîstik û bûk avêtibûn nava yarîgehê. Ev yek jî bû sedem ku FIFA wê helwesta handerên yaneyê bilind binirxîne û wan ji bo xelata "The Best" berbijar bike.