Pervîn Buldan: Plana me heye bi Erdogan re bicivin û paşê biçin Îmraliyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Şanda Îmraliyê Pervîn Buldan ragihand, armanca wan a sereke di qonaxa duyem a pêvajoya aştiyê de "amadekirina zemîna yasayî" ye. Buldan her wiha aşkere kir, ew dixwazin di dawiya gera xwe de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bicivin û piştre serdana Îmraliyê bikin.
Piştî serdana îro 16ê Berçileyê ya ji bo Partiya Pêşerojê û hevdîtina bi Ahmet Davutoglu re, Pervîn Buldan civîneke çapemeniyê li dar xist û hûrgiliyên hevdîtinê û plansaziya şandê parve kirin.
"Pêdiviya me bi yasaya aştiyê heye"
Buldan hevdîtina bi Davutoglu re wekî "gelek bi berhem û bi nirx" pênase kir û diyar kir ku sûdwergirtina ji ezmûnên Davutoglu ji bo pêvajoyê girîng e.
Buldan got: "Me qonaxa niha ya pêvajoyê gotûbêj kir û me daxwaza piştgiriyê ji bo qonaxa duyem a pêvajoya aştiyê kir. Bêguman dema em behsa qonaxa duyem dikin, mebesta me qonaxa amadekirina zemîna yasayî ye. Em behsa qonaxekê dikin ku tê de pêdiviya me bi yasayên taybet ên aştiyê heye."
Hevdîtina bi Erdogan û çûyîna Îmraliyê
Derbarê serdanên pêşerojê de, Buldan destnîşan kir ku hevdîtinên wan ên bi aliyên siyasî re dê berdewam bikin.
Endama Şanda Îmraliyê da zanîn jî: "Plana me ew e ku di dawiya serdanên xwe de, em bi awayekî taybet li ser vê pêvajoyê bi Birêz Serokkomar Erdogan re bicivin. Bêguman di dawiyê de jî, em ê biçin Îmraliyê û derbarê wê qonaxa ku pêvajo gihîştiyê de, zanyariyan bidin Birêz Ocalan."