Baregayê Barzanî: Alîkarîkirina lêqewimiyên Çemçemalê û derdora wê hejî rêzgirtineka zêde ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Baregayê Barzanî li ser alîkariyên rêxistinan û welatiyên Kurdistanê ji bo lêqewimiyên lehiya Çemçemalê û derdora wê daxuyaniyek weşand û tê de got: “Ev mînakeka bilind a hevxemî û hevdengiya neteweyî û niştîmanî ya di navbera Kurdistaniyan de ye û hejî rêzgirtineka zêde ye.”
Daxuyaniya Baregayê Barzanî:
Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan
Piştî barîna baranan û rûdana lehiyan li devera Çemçemalê û derdora wê, rêxistinan, welatiyan û xelkê Kurdistanê bi giştî û li deverên cuda cuda yên Kurdistanê bi rengekê berfireh alîkariya lêqewimî û zirardîtiyên wê rûdanê kir.
Em li vê derê spasiya wan hemiyan dikin ên ku alîkarî gihandine lêqewimî û zirardîtiyên wê lehiyê. Ev mînakeka bilind a hevxemî û hevdengiya neteweyî û niştîmanî ya di navbera Kurdistaniyan de ye û hejî rêzgirtineka zêde ye.
Em daxwaza tenahî û silametiyê ji welatiyên xweşevî yên Kurdistanê re dikin.
Baregayê Barzanî
18ê Berçileya 2025ê