Brîtanyayê ceza li ser çend grûpên çekdar ên Sûriyeyê sepandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Brîtanyayê ragihand, ji ber binpêkirina mafên mirovan û tundûtûjiya li dijî sivîlan, wan pakêteke nû ya cezayan li ser hejmarek fermandar û grûpên çekdar ên di nav artêşa nû ya Sûriyeyê de sepandine.

Li gorî daxuyaniya duh 19ê Berçileyê ya Hikûmeta Brîtanyayê, ev ceza wan kes û aliyan dike armanc ku destê wan di tawanên li dijî sivîlan de heye, nemaze ew binpêkirinên ku piştî sala 2018an li herêma Efrînê û bûyerên vê dawiyê yên li peravên Sûriyeyê pêk hatine.

Kî di lîsteya reş de ye?

Brîtanyayê dest danî ser mal û milkên van fermandar û grûpan û qedexeya geştkirinê li ser wan ferz kir:

- Mihemed El-Casim (Ebû Emşe): Fermandarê Lîwaya Sultan Silêman Şah (El-Emşat).

- Seyfudîn Polad (Seyf Ebû Bekir): Fermandarê Lîwaya Hemzat.

- Fehîm Îsa: Fermandarê Lêwaya Sultan Murad.

Sedema Cezayan: Tawanên li Efrînê

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev grûp û fermandarên wan, bi encamdana "binpêkirinên berfireh li herêma Efrînê piştî êrîşa sala 2018an" tên tohmetbarkirin. Herwiha ew bi tevlîbûna di tundûtûjiya hovane ya li dijî sivîlan û komkujiyên meha Adarê yên li peravên Sûriyeyê jî tên sûcdarkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev grûp berê beşek ji "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" (SMO) bûn ku Tirkiye piştevaniya wan dike û paşê tevlî artêşa nû ya Sûriyeyê bûne.

Cezayên li ser alîgirên Esed

Lîsteya cezayan tenê bi opozîsyonê sînordar nema; Londonê her wiha ceza li ser çend fermandar û karsazên ser bi rejîma berê ya Beşar Esed jî (wekî Xeys Della û Miqdad Fatîh) sepandin.

Peyama Wezîra Derve

Wezîra Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper derbarê biryarê de got: "Ev ceza peyameke zelal e ji bo wan kesên ku paşeroja aram a Sûriyeyê têk didin. Piştî salekê ji rizgariya ji rejîma hov a Esed, Brîtanya piştevaniya veguhestineke siyasî ya giştgîr dike û dadperwerî ji bo Sûriyeyiyan giring e."