Yaşar Guler: Tevlîbûna HSDê di nav Artêşa Sûriyeyê de wekî yekparçe nayê qebûlkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, helwesta Enqereyê ya derbarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de eşkere kir û ragihand, divê endamên HSDê wekî "kes" tevlî artêşa Sûriyeyê bibin, ne wekî "yekîneyekê".

Yaşar Guler di civîna nirxandina salane de bersiva pirsên rojnamevanan da û derbarê gotûbêjên entegrasyona HSDê di nava Artêşa Sûriyeyê de, Guler xetên sor ên Enqereyê diyar kirin û got: "HSD behsa entegrasyoneke wekî yekîneyekê dike, lê ev nayê qebûlkirin. Divê bi teqezî ew wekî takekesî entegre bibin. Di vê babetê de paşdegavavêtina me ne mijara gotinê ye."

Guler pêşniyara alîkariya perwerdehiya leşkerî ji bo Şamê kir û got: "Çawa ku me piştgiriya perwerdehiyê da Azerbaycan, Lîbya û Somaliyê, em dikarin heman tiştî ji bo Sûriyeyê jî bikin. Em difikirin ku divê em alîkariya têkoşîna Sûriyeyê ya li dijî terorê bikin."

Li ser proseya "Tirkiyeya bê teror" û rewşa PKKê, Wezîrê Berevaniyê îdia kir ku PKK hatiye qonaxa danîna çekan. Guler got: "Pêvajo ne bi awayê ku rêxistin dixwaze, lê belê bi awayê ku dewleta me diyar kiriye dê berdewam bike."

Operasyonên Dersînorî

Guler li ser egera operasyonên nû yên derveyî sînor jî got: "Me tiştê pêwîst bêyî destûra kesî kir û qedand. Di dema pêş de jî eger pêwîst be, em ê dîsa bêyî pirsîna kesî bikin."