Wezareta Pêşmerge êrîşa li ser Mîran Bekir bi tundî şermezar kir

Mîran Bekir
Mîran Bekir

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsgeha Rojnamevaniyê ya Wezîrê Pêşmerge îro (Şemî, 20.12.2025) di daxuyaniyekê de ragihand: “Di şeva 19-20.12.2025ê de, karmendê Wezareta Pêşmerge Mîran Bekir Ebdilrehman tûşî rûdaneka nexwastî bû.”

Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin: “Ya yekê, li ser wê rûdana nexwestî ya ku rûbirûyî karmendekê wezaretê bûye, wezareta me yekser komîteyeka lêkolînê ji bo şopandin û zelalkirina hûrguliyên vê rûdanê çê kiriye.

Ya duyê, ji bo haydariya raya giştî, em zelal dikin ku ev du sal in Mîran Bekir ji posta sekreterê rojnamevaniyê ya Wezîrê Pêşmerge derketiye û niha ew berpirsiyarîtî li ser wî nîne.”

Kadroyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mîran Bekir jî her îro hûrgiliyên revandin û îşkencedana xwe ya şevêdî ji Kurdistan24ê re eşkere kirin û ragihand: "Saet 11:00 ê şevêdî, li Taxa Şehîdan a bajarê Hewlêrê (ku wekî Şehîdên YNKê tê nasîn) û li nêzîkî Mekteba Siyasî ya YNKê min serdana mala hevalekê xwe kiribû. Tenê deqîqeyekê piştî ku ez ji wê malê derketim, hêzeka perwerdekirî êrîşî min kir."

Mîran Bekir li ser awayê girtina xwe jî got: “Li pêşiyê wan tûrikek kir serê min û ez kelamçe kirim, paşê ez xistim nav timbêla xwe. Ev pêşveçûneka pir xeter e ji ber ku tûrikan tenê dikin serê terorîstan. Tevî lêdan û şeq û boksan, wan xeber jî gotin min.”