Zêdetirî 11.5 milyar dînaran bo Çemçemalê hatine komkirin û Duşemê tên belavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Komîteya Alîkarî û Vejîna Çemçemalê ragihand ku, tevahiya pereyên ku ji bo alîkariya zirardîtiyên lehiya Çemçemalê û derdora wê hatine komkirin ji 11 milyar dînaran derbaz bûne û li destpêka Heftiya bê dê dest bi belavkirina wan bê kirin.

Endamê Komîteya Alîkarî û Vejîna Çemçemalê Eta Mihemed îro (Şemî, 20.12.2025) ragihand ku, heta niha zêdetirî 11 milyar û 500 milyon dînaran wekî alîkarî ji bo qerebûkirina zirardîtiyên lehiya Çemçemalê, Takye û Şoreşê hatine komkirin.

Serokê Komîteya Alîkarî û Vejîna Çemçemalê Ehmed Enwer di derheqa mekanîzma belavkirinê de ron kir: “Pêvajoya belavkirina pereyan dê li roja Duşemê bê destpêkirin. Di qonaxa yekê de, qerebûya xanî û kelûpelên şexsî dê bê kirin, piştre jî dora dikan û cihên giştî tê.”

Serokê Komîteya Alîkarî û Vejîna Çemçemalê tekez jî kir ku, ew dê bizavê bikin ku tevahiya pêvajoya qerebûkirinê heta dawiya vê salê temam bikin.

Komîteya navbirî herwesa amaje da ku, wan raspardeyên taybetî amade kirine û dê pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin da ku rêyê li dubarebûna karesatên bi vî rengî bigirin.

Pêleka bihêz û giran a baranê li roja Duşemê (8ê Berçileya 2025ê) piraniya parêzgeh û deverên Herêma Kurdistanê vegirtin, û ji ber barana zêde li hin deveran lehî rabû û gelek zirarên canî û madî çê bûn.