Savaya: Ên ku Amerîkayîyan dikujin li tu cihekê cîhanê parastî nabin
Navenda Nûçeyan (K24) - Waşintonê peyameka tund pêşkêşî wan kom û aliyan kir ên ku êrîşî welatiyên wê dikin û tekez jî kir ku, tolhildana li dijî kujerên Amerîkayîyan erkekê bingehîn ê hêzên wan ên ewlehiyê ye.
Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Iraqê Mark Savaya ragihand: "Amerîka li pey wan hemî kesan digere yên ku zirarê didin welatiyên wê û li her cihekê vê cîhanê bin ji wê xilas nabin."
Mark Savaya di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê wêneyekê xwe bi Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth re parve kir û haydariyeka tund da wan aliyên ku li ser jiyana Amerîkayîyan dibin gef.
Li gorî gotinên vî rayedarê Amerîkayî, her kesekê ku tevlî kuştina Amerîkayîyan bibe, divê tevahiya jiyana xwe ya kurt di tirseka giran de derbaz bike ji ber ku ew li her cihekê cîhanê bin, hêzên Amerîkayê dê wan bikin armanc û dê bi bê rehmî wan tune bikin.
Ev daxuyanî wekî nîşanekê ji cidîbûna birêvebiriya nû ya Amerîkayê li ser parastina rûmet û jiyana leşkerên wê li derveyî wî welatî tê dîtin.