Hemdî Şingalî: Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê rojane ji 200 hezar bermîlan derbaz bûye

Hemdî Şingalî: Lihevkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser hinardekirina petrolê tê nûkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Birêvebirê Giştî yê Şîrketa SOMOyê ragihand ku, lihevkirina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tê nûkirin.

Cîgirê Birêvebirê Giştî yê Şîrketa Berbazarkirina Petrola Iraqê (SOMO) Hemdî Şingalî taybet ji Kurdistan24ê re ragihand ku, lihevkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya SOMOyê tu pirsgirêkek nîne û dê berdewam be.

Cîgirê Birêvebirê Giştî yê Şîrketa SOMOyê herwesa got: “Mîqdara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo derve ji 200 hezar bermîlan di rojê de derbaz bûye. Ew pêvajo dê berdewam be û ew lihevkirin dê bê nûkirin.”

Piştî zêdetirî du salan ji rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve û windakirina bi dehan milyar dolaran ji bo budceya giştî, li dawiyê ji ber lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, li roja 27ê Îlona 2025ê, pêvajoya hinardekirina petrolê li zeviyên Herêma Kurdistanê hatiye destpêkirin.