Balyozê Rûsyayê li Iraqê: Em Beşar Esed radestî Şamê nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Rûsyayê li Bexdayê Elbrus Kutrashev bi awayekî fermî ragihand, welatê wî Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed radestî hikûmeta nû ya Sûriyeyê nake, ji ber ku mafê penaberiyê wergirtiye.

Elbrus Kutrashev di daxuyaniyekê de bersiva daxwazên hikûmeta nû ya Şamê da û got: "Me mafê penaberiyê yê mirovî daye Esed, lewma em bi ti awayî wî radest nakin."

Hikûmeta nû ya Sûriyeyê çendîn caran daxwaz ji Rûsyayê kiriye ku Beşar Esed radest bike, da ku ji ber bikaranîna tundûtûjiyê û serkutkirina gelê Sûriyeyê were dadgehkirin. Lê belê Mosko vê daxwazê red dike.

Roja 8ê Berçileya 2024an, piştî ku hêzên opozîsyonê Şam kontrol kirin, Beşar Esed û malbata xwe ber bi Moskoyê ve reviyabûn û li wir mafê penaberiyê wergirtibûn.

Li aliyê din, Kutrashev behsa kuştina welatiyên Iraqî di nava refên Artêşa Rûsyayê de (di şerê Ukraynayê de) kir û diyar kir ku Moskoyê ji ber sedemên mirovî vîze daye malbatên qurbaniyên Iraqî.

Balyozê Rûsyayê her wiha rexne li helwesta Amerîkayê ya derbarê beşdariya komên çekdar di hikûmeta dahatû ya Iraqê de girt û destêwerdana Amerîkayê ya di karûbarên Iraqê de şermezar kir.