Şanda danûstandinkar a PDKê ligel Serokkomarê Iraqê civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku gihîştiye Bexdayê, dest bi zincîreya civînên xwe yên ligel berpirsên Iraqê kir. Yekemîn rawestgeha şandê Koşka Selam bû.
Şanda PDKê bi serokatiya Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, îro Sêşemê 23ê Berçileya 2025an li Bexdayê serdana Koşka "Selam" kir û ji aliyê Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ve hat pêşwazîkirin.
Tê çaverêkirin ku şanda PDKê di nava îro de ligel Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî û serok û berpirsên partiyên din ên Şîe û Sunne jî bicive.
Armanca Serdanê
Armanca sereke ya van civînan, gotûbêjkirina pêkhênana hikûmeta nû ya Iraqê, pişka Kurdan û mafên PDKê wekî hêza yekem a serkeftî ya hilbijartinan e.
Endamên şandê ji Fazil Mîranî, Fuad Husên, Newzad Hadî, Umêd Sebah û Faris Îsa pêk tên.