Bingeha Lalişê: Gotara Serok Barzanî li ser Çiyayê Şingalê bo Êzidiyan vegera hêviyan bû

Serok Barzanî li serê Çiyayê Şingalê
Serok Barzanî li serê Çiyayê Şingalê

Navenda Nûçeyan (K24) - Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî di ragihandinekê de dastana dîrokî ya 23.12.2014ê bi bîr anî, dema ku Serok Mesûd Barzanî li serê Çiyayê Şingalê gotara serkeftinê pêşkêş kir û rizgarkirina wî çiyayî ji destê terorîstên DAIŞê bi rengekê fermî ji cîhanê re ragihand.

Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî amaje da wê yekê ku, di wê rojê de hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karî dastaneka bêhempa tomar bikin û dorpêça rêxistina terorîst a DAIŞê ya li ser Çiyayê Şingalê ya çend mehan bişkînin. Vê serkeftina mezin êş û janên xûşk û birayên Êzîdî, ku di şert û mercên mirovî yên pir xirab de li wî çiyayî asê mabûn, bi dawî kirin.

Di pareka din a wê ragihandinê de hatiye gotin ku, gotara dîrokî ya Serok Barzanî di wê dema hestyar de ne tenê ragihandina serkeftineka leşkerî bû, belkî ji bo vegerandina hêviyan ji bo derûnê Êzîdiyan wekî kilîleka zêrîn bû.

Di wê demê de, ku xelkê deverê ji ber tawanên DAIŞê di rewşeka aloz de bû û hêviya vegera ber bi warê xwe winda kiribû, peyama Serok Barzanî bawerî ji wan re vegerand û asoyeka nû ji bo paşeroja Şingalê û xelkê wê çê kir.

Piştî ku Pêşmergeyan çiyayê Şingalê kontorl kir, Serok Mesûd Barzanî li roja 23.12.2014ê li serê Çiyayê Şingalê gotara serkeftinê pêşkêş kir û rizgarkirina wî çiyayî ji destê terorîstên DAIŞê bi rengekê fermî ji tevahiya cîhanê re ragihand.