Sîmayê Qişla Akrê bi piştevaniya Almanyayê tê guhertin
Navenda Nûçeyan (K24) - Avahiyê dîrokî yê Qişla Akrê dê di projeyeka hevpar de di navbera rêxistineka Almanyayî û Rêveberiya Şûnwar û Kelepûrî ya Akrê de bê nûjenkirin û dê bibe muzexane.
Qonaxa yekê ya xebatê hatiye destpêkirin. Tîm mijûlî paqijkirin û amadekariyên destpêkê ne. Armanca vê qonaxê xurtkirina bingeha wî avahiyê kevnar e. Derî, dîwar û parên sereke dê ji hilweşînê bên parastin. Vê projeyê derfetên kar ji bo derçûyên zanîngeh û peymangehên deverê dabîn kirine.
Armanca dawiyê ya xebata hevpar a di navbera wê rêxistina Almanyayî û Rêveberiya Şûnwar û Kelepûrî ya Akrê de ew e ku, wî avahî veguherînin muzexaneyeka geştiyarî û çandî ya girîng.
Serokê Tîma Şûnwarnasan a Akrê Hîwa Şemal ji peyamnêrê Kurdistan24ê Arî Hisên re got ku, plana wan ew e ku di hundurê wê qişlê de du muzexaneyên şûnwarî û çandî vekin. Ev tevger dê derfetekê peyda bike ku perçeyên şûnwarî yên ku li Akrê hatine dîtin bên berçavkirin, herwesa dê bibe navendeka geştiyariyê ya zindî.
Dîroka avahiyê Qişla Akrê vedigere serdema Osmaniyan. Hikûmeta Iraqê di sala 1933ê de ew tomar kiriye û karê nûjenkirinê jê re hatiye kirin. Vî avahî bi salan ji bandora xwezayê û mirovan zirar dîtiye.
Berpirsên rêveberiya deverê geşbîn in, projeya nûjenkirin û veguherandina vê qişlê ji bo muzexaneyekê dê sektora geştiyariyê li Akrê vejîne. Tê çaverêkirin ku ev şûnwarê dîrokî bibe sedema anîna geştiyarên navxweyî û biyanî ji bo wî bajarî.
Hikumeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya karnameya kabîneya nehê de girîngiyeka taybetî daye parastin û nûjenkirina cihên şûnwarî. Di vê çarçoveyê de, di sala 2021ê de 166 milyon dînar ji bo qonaxa yekê ya nûjenkirina Qişla Akrê hatine terxankirin.