Siyasetmedar û mafparêzê kurd Mehmed Vûral koça dawî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Karsaz Mehmet Vûral li Diyarbekir koça dawî kir, li Goristana Yenîkoyê bi beşdariya karsaz, siyasetmedar û hiquqnasan bo Mehmet Vural rêrismek hat li darxistin û paşê jî cenazeye Mehmet Vûral bo navçeya Wêranşar a Rûhayê hat oxirkirin. 

Karsaz, siyasetmedar û mafparêzê kurd Mehmed Vûral li Diyarbekirê koça dawî kir. Li Goristana Yenîkoyê bo Mehmet Vûral rêrisma oxirkirinê hat li darxistin û di rêrismê de Serokê Jura Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya, Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistan Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistan Cano Amedî, Cîgirê Serokê Hak Parê Hanîfî Eren, Parlementera Dem Partî ya Diyarbekir Adalet Kaya, Serokê Komeleya Mafên Mirovan Cîhan Aydin, Serokê Weqfa Mafên Mirovan Mûrat Aba, Parlementerê CHPê yê Diyarbekir Sezgîn Tanrikulu axifîn.

Hat amajekirin ku Weqfa Mafên Mirovan û Komeleya Mafên Mirovan li Diyarbekirê ji aliyê Mehmet Vural ve hatine damezirandin û Mehmet Vûral di derbeya leşkerî ya 1980yê de rastî zordarî û êşkenceyan hatiye. 

Cîgirê Serokê PWKê Cano Amedî di axaftina xwe de da zanîn, Mehmet Vûral di nava rêxistinên wek Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd de jî cih girtiye û bo doza Kurd û Kurdistanê tekoşînek hêja daye.

Mehmet Vûral ê ku di sala 1954an de hatibû dinê û bavê 5 zarokan bû û  ev demek bû ji ber nexweşiya xwe ya  giran dihat dermankirin û  di 27ê sibata 2026an de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Mehmet Vûral ber bi gundê Kela Çemdîn a Wêranşara Ruhayê ve hat oxirkirin.