Yekîtiya Ewropayê alîkariya Çemçemalê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Yekîtiya Ewropayê bi rêya Sindoqa Hawarhatinê ya Navneteweyî 100 hezar Euro ji bo alîkariya qurbaniyên lehiyê li Çemçemalê terxan dike. Nûnerê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê jî eşkere dike ku, ew alîkarî pere, xwarin û pêdiviyên bijîşkî vedigirin û dê ji 16 hezar kesan re bên şandin.

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê îro (Çarşem, 24.12.2025) di ragihandinekê de amaje da: “Em dê bi şandina 100 hezar Euroyan alîkariyên mirovî pêşkêşî zirardîtiyên lehiya Çemçemalê bikin.”

Di wê ragihandinê de hatiye gotin ku, ew alîkarî dê bi rêya Rêkxistina Heyva Sor a Iraqî bên pêşkêşkirin; Di nav wan alîkariyan de kelûpelên malê, xwarin, pêdiviyên zivistanê, pêdiviyên paqijiyê, piştgiriya darayî, xizmetên bijîşkî yên bingehîn û dabînkirina avê jî hene.

Yekîtiya Ewropayê amaje jî daye ku, nêzîkî 16 hezar zirardîtiyên lehiyê dê ji wê pakêta alîkariyê feydeyî werbigirin. Herwesa got: “Ev alîkariya darayî parek ji tevahiya tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê di Sindoqa Hawarhatinê ya Bersivdana Karesatan (DREF) a Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor (IFRC) ye.

Pêleka bihêz û giran a baranê li roja Duşemê (8ê Berçileya 2025ê) piraniya parêzgeh û deverên Herêma Kurdistanê vegirtin, û ji ber barana zêde li hin deveran lehî rabû û gelek zirarên canî û madî çê bûn.