Sûriye dê di sala nû de pereyê xwe yê nû derxe

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Banka Navendî ya Sûriyeyê eşkere kir ku, pereyê nû yê Sûriyeyê dê di destpêka sala 2026ê de bê derxistin. Herwesa ragihand ku, pêvajoya guhertina pereyê kevin bi pereyê nû jî dê li hemî bankan bê destpêkirin.

Serokê Banka Navendî ya Sûriyeyê Ebdulqdir Elhesriye îro (Pêncşem, 25.12.2025) di daxuyaniyekê de got: “Di roja 1.1.2026ê de, pereyê nû yê Sûriyeyê dê bikeve sûkê û pêvajoya guhertina pereyê kevin jî dê bê destpêkirin. Amaje jî da ku, ew pêvajo dê hêsan û rêkxistî be, mekanîzma wê jî dê bi zelalî bê ronkirin.”

Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku, ew "pêşwaziya derxistina Fermana Hejmar 293 ya sala 2025ê li ser çapkirina pereyê nû yê Sûriyeyê dikin, ku ev qonaxeka neteweyî ya sereke ye û rengvedana destpêka qonaxeka nû ya aborî û diravî ji bo hikûmet û gelê Sûriyeyê ye".

Ron jî kir ku, hikûmeta Sûriyeyê desthilata pêdivî daye Banka Navendî da ku jivan û cihên guhertinê diyar bike, ji ber vê yekê dê bi biryareka Banka Navendî peyrewê bicihanînê bê derxistin, bi girîngîdaneka xurt li ser xizmetkirina welatiyan û hêsankirina rêkaran li hemî deveran.

Eşkere jî kir ku, sembola serweriya darayî ya piştî rizgarkirinê ya Sûriyeyê dê li ser pereyê nû yê wî welatî be. Ev jî qonaxeka nû ye ku bi rêya alîkariyên bikom hatiye avakirin û ji hêla Banka Navendî ya Sûriyeyê ve tê birêvebirin.

Banka Navendî ya Sûriyeyê pêştir li roja 18ê mehê ron kiribû ku, ew dê hemî hûrguliyên pereyê nû di wextê xwe de rabigihîne, piştî ku hemî amadekarî û rêkxistinên pêdivî temam dibin.

Amaje jî da ku, hemî karûbarên girêdayî bankê dê wekî berê berdewam bin, bêyî ku tu bandorekê li ser wan xizmetkariyan çê bike yên ku pêşkêşî welatiyan û veberhêneran tên kirin.