Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Zêtê welatî û geştyaran haydar dike

Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Zêtê
Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Zêtê

Navenda Nûçeyan (K24) – Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Zêtê radigehîne ku ji ber nebûna xizmetkariya pişkinîna kalitiyê ji aliyê Tirkiyeyê ve, navendeke taybet a pişkinîn û kontrola kalitiya kelûpelên hawirdekirî li wî derîyî dest bi kar kiriye û daxwazê ji welatî û geştyaran dike ku pabendî rênimayiyan bin.

Ragihandin û Peywendiyên Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Zêtê îro Sêşemê, 24ê Mijdara 2026ê, di haydariyekê de ji bo welatî û geştyaran ragihand: "Bingeha kompaniya “New Standard”ê, ya taybet a pişkinîn û kontrola kalitiya kelûpelên hawirdekirî, li Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Zêtê ji roja 9ê Mijdara 2026ê ve bi rengekê fermî dest bi kar kiriye."

Di wê haydariyê de, sedema vekirina wê bingehê hatiye zelalkirin û tê de hatiye ku "Ji ber nebûna xizmetkariya pişkinîn û kontrola kalitiyê ji bo welatî û geştyaran ji aliyê Tirkiyeyê ve, ev bingeh li Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Zêtê hatiye damezrandin, ji bo ku ev xizmetkarî bi awayekî fermî û rêkxistî pêşkêşî welatî û geştyaran bê kirin."

Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Zêtê herwisa daxwaz ji hemî welatî û geştyaran jî kiriye ku pabendî rênimayî û rêkarên pişkinîn û kontrola kalitiyê bin û di dema hawirdekirina kelûpelên xwe de hevkariyê ligel aliyên peywendîdar bikin.

Li ser armanca serekî ya damezrandina wê bingehê jî, Ragihandin û Peywendiyên wî Derîyî amaje bi wê yekê daye ku ew pêngav bi merema rêgirtina li hawirdekirina kelûpelên bêkalitî, piştrastbûna ji bicihanîna pîverên kalitî û ewlehiya xwarinê û herwiha parastina selametî û tenduristiya welatiyan hatiye avêtin.