Platformeka nû bo pêşxistina Helebçeyê tê damezrandin û hikûmet piştgiriya xwe jê re radigehîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Fermangeha Rêxistinên Nehikûmî yên Herêma Kurdistanê Felah Hesen di civînekê de bi nûnerên çend rêxistinên parêzgeha Helebçeyê re damezrandina tora Platforma Hevdengiya Rêxistinên Helebçeyê wekî pêngaveka girîng wesifand û tekez li ser piştgiriya berdewam a hikûmetê ji bo pêşxistina qada rêkxistin û projeyên xizmetkariyan di wî bajarî de kir.

Di wê civînê de, gelek tewer û mijarên girêdayî xebata rêxistinî li deverê hatin nîqaşkirin.

Felah Hesen amaje jî da ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û fermangeha wê bi girîngiyeka mezin li parêzgeha Helebçeyê dinêrin û hemî bizavan dikin ku bi rêya rêxistinên navneteweyî herî zêde xizmet û projeyên pêşkeftinê pêşkêşî şêniyên wê deverê bikin.

Li beranberî wê yekê jî, Desteya Platforma Hevdengiya Rêxistinên Helebçeyê spasî û rêzên xwe pêşkêşî serokê fermangeha navbirî kirin, ji bo wan hêsankariyên qanûnî û îdarî yên ku ji rêxistinên wan re hatine dabînkirin, ku bûn sedema peydakirina derfeteka guncayî ji bo çêtir meşandina erkên wan.

Platforma Hevdengiya Rêxistinên Helebçeyê niha ji 8 rêxistinên navxweyî pêk tê û bi rengekê fermî di Fermangeha Rêxistinên Nehikûmî de hatiye tomarkirin. Armanca sereke ya vê torê ew e ku, di navbera rêxistinan de hevahengiyeka xurt çê bike da ku xizmeta qadên mirovî bike û avedankirina parêzgeha Helebçeyê pêşve bibe. Ev pêşengî dê wekî navendeka bibandor be ji bo komkirina şiyanan û rengvedana pêdiviyên wî bajarî li ser asta navxweyî û navneteweyî.