Şiwan Kemal: Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî, ez mezintirîn peyker li ser asta Rojhilata Navîn çê dikim
Navenda Nûçeyan (K24) - Hunermendê peykersaz Şiwan Kemal ji Kurdistan24ê re projeya xwe ya nû eşkere kir û got: “Li ser rasparde û daxwaza Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ez dê mezintirîn peyker li Rojhilata Navîn çê bikim.”
Hunermendê peykersaz Şiwan Kemal niha li Almanyayê dijî û di hevpeyvîneka taybet de ji Malpera Kurdistan24ê re, ji bilî pîşe û karên xwe yên hunerî, amaje da pêşketina Herêma Kurdistanê û dinyabîniya Mesrûr Barzanî û bi dîtineka neteweyî ya kûr ve girê da, herwesa got: “Mesrûr Barzanî Kurdistan di hemî waran de vejandiye.”
Şiwan Kemal eşkere jî kir ku, ew li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser mezintirîn peykerê Rojhilata Navîn kar dike, lê nexwest behsa hûrgiliyan bike, weke ku dixwaze wê bike mizgînî û surpirayzek. Wî tenê got: Ez niha li ser xêzkirina projeyeka monomentalî ya mezin kar dikim, ku çêkirina peykerê herî mezin a Rojhilata Navîn e.”
Navbirî herwesa got: "Ev kar dê bibe şakarekê neteweyî û dê bi alîkariya endazyarî û mîmarî ya navxwe û kompaniyeka navdewletî bê bicihanîn, da ku bibe nîşaneka bilind a vejîn û rûmeta ku Kurdistan hejî ye."
Hunermendê peykersaz Şiwan Kemal li sala 1967ê li Silêmaniyê hatiye ser dinyayê. Ji sala 1982ê heta sala 1987ê li Peymangeha Hunerên Xweşik a Silêmaniyê - Pişka Hunerî xwendiye. Bi pileya yekê bawernameya dîploma di warê peykersaziyê de wergirt.
Paşî xwendina xwe li Akademiya Hunerî ya Zanîngeha Bexdayê berdewam kir. Li sala 1991ê bawernameya bekaliryosê di warê peykersaziyê de wergirt û her wê salê bû mamosteyê hunerê li pişka peykersaziyê li Peymangeha Hunerên Xweşik a Silêmaniyê.