Trump gef xwar: Eger Îran binesaziya atomî nû bike em ê lê bidin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyariyeke tund da Tehranê û ragihand, eger Îran hewl bide bernameya xwe ya atomî nû bike, welatê wî amade ye êrişên leşkerî yên "hilweşîner" bibe ser navendên atomî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, li eyaleta Floridaya Amerîkayê pêşwazî li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kir. Di hevdîtina her du lîderan de, qonaxa piştî agirbesta li Xezzeyê û gefên Îranê mijarên sereke bûn.
"Bersiva me dê pir bilez û tund be"
Trump di bersiva pirsên rojnamevanan de, derbarê egera êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê û piştgiriya Washingtonê de axivî û got: "Ez dibihîsim ku Îran hewl dide binesaziya xwe ya atomî nû bike. Eger ew di warê pêşxistina mûşek û bernameyên atomî de gavan ber bi pêş ve bavêjin, bersiva me dê pir bilez û tund be. Em ê wan navendan hilweşînin."
Trump herwiha destnîşan kir, ew ji nêz ve çavdêriya hemû tevgerên Îranê dikin û tevî van hişyariyan jî, deriyê dîplomasî û danûstandinan hîn nehatiye girtin.
Hişyarî bo Hamasê: Divê çekên xwe deynin
Ji bilî mijara Îranê, Trump peyameke tund ji bo Tevgera Hamasê jî şand. Trump diyar kir, eger Hamas çekên xwe daneyne û dest ji şer bernede, dê "baceke giran" bide.
Herwiha hat ragihandin ku Trump û Netanyahu li ser avakirina "eniyeke hevbeş" li hemberî Hamas û Îranê lihev kirine.
Qonaxa nû ya li Xezzeyê
Di hevdîtinê de, her du aliyan li ser qonaxa duyemîn a peymana agirbestê ya li Xezzeyê û çarenivîsa herêmê gotûbêj kirin. Trump tekez kir ku parastina ewlehiya Îsraîlê ji bo wan pêşîngiyeke stratejîk e û ew ê nehêlin Îran bibe xwedî çekên navokî ku herêmê bixe metirsiyê.