Tevgera bazirganî û geştyariyê li Deriyê Hacî Omeranê dîsa hat destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Deriyê sînorî yê Hacî Omeranê, piştî ku duhî (Duşem, 29.12.2025) ji ber berfê hatibû daxistin, berî demeka kêm ji bo danûstandina bazirganî û hatin û çûna geştyaran di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de ji nû ve hat vekirin.
Birêvebirê Gumrikê û Serpereştê Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeranê bi Wekalet Hêmin Mistefa ji Kurdistan24ê re got: “Ji ber berf û qeşaya zêde ya li aliyê Rojhilatê Kurdistanê, danûstandina bazirganî bi tevahî rawestiyabû û arêşe ji bo aliyê geştyarî jî çê bûbûn.”
Hêmin Mistefa herwesa ragihand: “Îro (Sêşem, 30..12.2025) rêyên wî alî ji berfê hatin ramalîn û tevgera bazirganî û geştiyariyê li deriyên navneteweyî yên Hacî Omeranê û Temerçînê bi awayekî normal hat destpêkirin.”
Ji ber xirabiya seqayê û barîna berfeka zêde û hebûna bestiyê û şixteyê li ser rêyan, Birêvebiriya Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeranê duhî (Duşem, 29.12.2025) ji aliyê Deriyê Temerçînê yê Îranê ve hat haydarkirin ku, bi tu awayan hatin û çûn li aliyê Rojhilatê Kurdistanê nemaye û hemî rê hatine daxistin.
Pêla berf û baranan a dijwar wekî her sal bandoreka zêde li deverê kiriye û çend welatên deverê vegirtine. Herêma Kurdistanê jî ji wê bandorê bêpar nebûye. Ji ber befra îsal, rêyên gelek gundan hatine girtin û berdewam bizav ji bo vekirina wan rêyan tê kirin.
Li parçeyên din jî yên Kudistanê rewş wesa ye. Komeka kolberan jî li roja Înê (26.12.2025) dema ku ji devera Mîrawayê ya sînorî ya girêdayî bajarê Serdeştê derbaz dibûn, keftin ber reniya befrê. Ji ber giraniya wê bûyerê û keşûhewayê xirab, çar Kolber di bin befrê de asê bûn.
Çavkaniyan piştrast kir ku, di wê bûyerê de du Kolber mirine û du yên din jî birîndar bûne û kolberên birîndar di bin çavdêriyê de ne.