Serra Bucak ji bo mitînga Diyarbekirê: Werin em bi hev re daxwaza aştiyê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bucak, bang li gel kirin ku roja Yekşemê beşdarî mitînga "Hêvî û Azadî" ya li Qada Îstasyonê bibin.

Li bajarê Diyarbekirê ji bo mitîngera mezin a ku dê di 4ê Çileyê de were lidarxistin, bangên siyasî berdewam dikin. Mitînga ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve tê organîzekirin, bi armanca daxwaza aştî, demokrasî û azadiyê tê lidarxistin.

Serra Bucak: Em ji bo mafê hêvî û aştiyê dicivin

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bucak, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî (X) peyameke vîdyoyî belav kir û daxwaz ji gel kir ku bi girseyî beşdarî mitîngê bibin. 

Bucak di peyama xwe de wiha got: "Em ê di 4ê Çileyê de, roja Yekşemê, ji bo daxwaza mafê hêvî û aştiyê li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê bicivin. Em bang li gelê xwe dikin ku beşdarî vê mitîngê bibin. Em ê li wir daxwaza aştiyê, mafê hêvî, civakeke bê şer û aloziyê, û jiyaneke demokratîk û azadîxwaz bikin."

‘Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan’ 

Platforma Saziyên Demokratîk ragihand, mitîng bi navê "Hêvî û Azadî" tê lidarxistin û yek ji daxwazên sereke yên çalakiyê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e. Di mitîngê de gelek navên naskirî yên siyaseta Kurd dê wekî axêver cih bigirin.

Tê payîn ku ji hemû bajarên Bakurê Kurdistanê beşdarî mitîngê bibin û peyameke xurt a siyasî ji bo çareseriya doza Kurd û aştiya civakî were dayîn.