Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê ji bo şeva sersalê hişyarî da xwediyên holan
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê ji bo parastina canê welatiyan û rêgirtina li rûdanên nexwestî, komek rênima û hişyariyên tund ji bo xwediyên holên şahiyan û cihên qerebalix belav kirin.
Rêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê îro 31êdi daxuyaniyekê de bang li xwediyên holên şahiyan, cihên pîrozbahiyê û herêmên ku xelk lê dicivin kir ku pabendî rênimayên ewlehiyê bin.
Rênimayên ku hatine ragihandin wiha ne:
1- Qedexeya Agir û Fîşekên Hewayî: Bikaranîna her cure fîşekên hewayî (fireworks) yan her çavkaniyekî agir ku bibe sedema şewatê, di hundirê holan û cihên girtî de bi temamî qedexe ye.
2- Agahdarkirina Welatiyan: Pêwîst e beriya destpêkirina her şahî yan kombûnekê, bi rêya bilindgoyan yan nîşaneyên ronî, welatî derbarê rênimayên tenduristiyê û cihê dergehên hawarhatinê de werin agahdarkirin.
3- Amadebûna Sîstemên Agirvemirandinê: Divê xwediyên van cihan piştrast bin ku hemû amûr û sîstemên rûbirûbûna agir (wekî sîstemên vemirandinê û hişyarkirinê) bi temamî çalak in û dixebitin.
Berpirsyariya Qanûnî
Rêveberiyê hişyarî da ku her cihekî pabendî van rênimayan nebe, di dema rûdana her karesatekê de xwediyê wî cihî dê bi temamî berpirsiyar be û dê bi tundî bi karûbarên qanûnî re rûbirû bibe.
Di dema rûdana her bûyereke awarte de, welatî dikarin bi van hejmarên lezgîn re têkilî deynin:
📞 115 - 125