Parlamenterekê PDKê: Sune û Şîe dixwazin Kurdan yek berbijarê Serokkomariyê hebe
Navenda Nûçeyan (K24) - Hefteya bê ji bo diyarkirina posta Serokkomarê Iraqê wekî hefteya çarenivîssaz tê hesibandin. Biryar e ku di navbera aliyên siyasî de civînên dijwar bên lidarxistin, da ku lihevkirinek çê bibe û kesek ji bo wê postê bê destnîşankirin.
Endamê Parlamentoya Iraqê ji Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Zîrek Teyar îro (Pêncşem, 1.1.2026) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, di hefteya bê de civîn dê di navbera aliyên siyasî de bên lidarxistin. Armanca wan civînan jî ew e ku, nêrînên li ser destnîşankirina kesekî ji bo posta Serokkomar bibin yek, da ku hemî alî yekdeng bin.
Parlamenterê navbirî herwesa got ku, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) israr dike ku ew post mafê Kurdan e, ne yê aliyekê destnîşankirî. Li gorî gotina wî, aliyên Şîe û Sune jî dibînin ku baştir e Kurd bi yek berbijarî tevlî wê pêvajoyê bibin.
Li gorî siyaseta Iraqa piştî sala 2003ê, posta Serokkomar para Kurdan e. Ev post posta herî bilind a îdarî ya Iraqê ye û dema wê çar sal in û tenê ji bo gereka din tê nûkirin. Li gorî destûrê, piştî hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê, parlementoyê 30 roj hene ku serokkomarekîSerokkomarê nû hilbijêre. Piştre serokkomar namzetêSerokkomar berbijarê fraksiyona herî mezin a parlementoyê ji bo avakirina hikûmeta nû destnîşanerkdar dike.
Niha, li gel vekirina deriyê xweberbijarkirinê ji bo posta Serokkomar, çav li ser aliyên Kurdî ne. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) du aliyên sereke yên wê qadê ne, û tê çaverêkirin ku di civînên bê de helwestên xwe yekalî bikin.
Biryar e ku Mekteba Siyasî ya PDKê dusibe (Şemî, 3.1.2026) bi serperiştiya Serok Barzanî bicive da ku vê pirsê nîqaş bike. YNK jî ji aliyekê din ve israr dike ku, wê jî dê berbijarê xwe ji bo wê postê hebe.