Li Wanê jinek di bin şapeyê de ma û mir

Wan
Wan

Diyarbekir (K24) - Li navçeya Wanê li Şaxê ji ber barîna berfa zêde şape di ser avahiyan de ket û di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku îro (01.01.2026) danê sibê li navçeya Wanê li Şaxê şape ser avahiyan de ketiye û di encamê de 20 xanî hatine valakirin, kesek jî di bin şapeyê de maye.

Piştî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, jineke 61 salî ya bi navê Gulnaz Bîtîk bi awayeke birîndar ji bin berfê hatiye derxistin û bo Nexweşxaneya Şaxê hatiye veguhastin lê paşê jiyana xwe ji dest daye.

Parêzgeriya Wanê jî da zanîn ku welatiyên ku xaniyê wan hatine valakirin di dibistanên navçeyê de hatine cîbicîkirin.

Parêzgeriya Wanê herwesa hişyarî da ku li kolana ku şape pê de hatiye metirsiya rudana ketina şapeyeke din berdewam e û ew kolan bo hatçoyê hatiye girtin.