Li Diyarbekirê banên kargehan ji ber giraniya berfê hilweşiyan

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê, li Navenda Kirrîn û Firotina Fêkî û Sebzeyan, banên hinek kargehan hilweşiyan, otomobêl man di bin de û otomobêlan zirar dît.

Li Diyarbekirê li navçeya navendî ya Rezan, li Navenda Kirrîn û Firotina Fêkî û Sebzeyan, ji ber ku gelek befir barî û li ser kargehan ew befir kom bû, banên hinek kargehan ji ber giraniya berfê hilweşiyan.

Hat zanîn ku, di encamê de otomobêlên derdorê jî ji hilweşîna banên kargehan zirar dîtine. Li navenda Diyarbekirê her çiqas barîna berfê rawestiya be jî, hîn jî ji ber ku befrek zêde li erdê ye metirsiya hilweşîna banan berdewam e.

Her îro (01.01.2026) danê sibê li navçeya Wanê jî, li Şaxê şape ser avahiyan de ketiye û di encamê de 20 xanî hatine valakirin, kesek jî di bin şapeyê de maye.

Piştî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, jineke 61 salî ya bi navê Gulnaz Bîtîk bi awayeke birîndar ji bin berfê hatiye derxistin û bo Nexweşxaneya Şaxê hatiye veguhastin lê paşê jiyana xwe ji dest daye.

Parêzgeriya Wanê jî da zanîn ku welatiyên ku xaniyê wan hatine valakirin di dibistanên navçeyê de hatine cîbicîkirin.

Parêzgeriya Wanê herwesa hişyarî da ku li kolana ku şape pê de hatiye metirsiya rudana ketina şapeyeke din berdewam e û ew kolan bo hatçoyê hatiye girtin.