Rojhilata Navîn bûye goristana rojnamevanan

Navenda Nûçeyan (K24) - Di navbera gule û şîşikên zindanan de, azadiya rojnamevaniyê di sala 2025ê de hatibû xeniqandin. Ji aliyekî ve, 128 rojnamevan li qadên şer û bûyeran hatin kuştin. Ji aliyekê din ve jî, 533 rojnamevan di zindanan de ne, û piraniya wan li welatê Çînê ne, ev jî ji bo paşeroja medyayê zengeka xeternak e.

Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan di nûtirîn raporta xwe ya salane ji bo sala 2025ê amareka xeter belav kir û eşkere kir ku, 128 rojnamevan û karmendên medyayê li seranserî cîhanê hatine kuştin. Ev amar jî, li gorî sala 2024ê, zêdebûnek girîng nîşan dide, ku tê de zêdetir ji nîva qurbaniyan li Rojhilata Navîn hatine tomarkirin.

Ev raport balê dikişîne ser rewşa xirab a rojnamevanan li Filistînê, ku tenê di sala 2025ê de 56 medyakar hatine kuştin.

Sekreterê Giştî yê Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan Anthony Belanger ji Ajansa France Pressê re ragihand: "Tomarkirina vê hejmara mezin a qurbaniyan di demeka kurt û di rûberekê erdnîgarî yê sînorkirî de, bûyerek e ku pêştir bûyerên wekî wê nebûne."

Ji bilî Filistînê, di wê lîstê de Yemen, Ukrayna, Sûdan, Peru û Hindistan jî hene, ku şahidên kuştina rojnamevanan bûn.

Belanger tekez jî kir ku, ev amar ne tenê hejmar in, belkî ji bo seranserî cîhanê zengeka xeter e. Herwesa haydarî da ku "Bêyî hebûna edaletê û cezakirina tawanbaran, kujerên rojnamevanan dê dijwartir bibin û ev tawan dê zêdetir bibin."

Di pareka din a wê raportê de, nîgeraniyeka zêde li ser hejmara wan rojnamevanên ku niha di zindanan de ne hatiye nîşandan, ku hejmara wan gihîştiye 533 kesan. Amar eşkere dikin ku, zêdetir ji çaryeka wan girtiyan li Çîn û Hong Kongê hatine girtin.