PDK bi aliyan re li ser posta Serokkomarê Iraqê danûstandinan dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di civîna xwe de biryar da ku, şandeka wê ya danûstandinan li ser posta Serokomarê Iraqê bi aiyên siyasî re danûstandinan bike.
Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê îro (Şemî, 03.01.2026) berî nîvro bi serperiştiya Serok Barzanî û amadebûna her du cîgirên wî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, civiya.
Endamê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê Dr. Daner Ebdilxefûr ji peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq re ragihand ku, di wê civînê de çend pirs hatin nîqaşkirin û ya herî girîng jî pirsa berbijarê posta Serokkomarê Iraqê bû.
Dr. Daner Ebdilxefûr li ser berbijarê PDKê ji bo posta Serokkomarê Iraqê jî got: "PDKê hîn tu berbijar ji bo wê postê destnîşan nekirine.” Herwesa got: “Berbijarê PDKê dê ew kes be yê ku yekdengî û lihevkirina gelê Kurd û xelkê Kurdistanê li ser wî hebe."
Li gorî gotina Dr. Daner, di yek du rojên bê de, şandeka danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dê bi aliyên din ên siyasî yên Herêma Kurdistanê re li ser posta Serokkomarê Iraqê danûstandinan bike, da ku Kurdan yek berbijarê hevpar ji bo wê postê hebe.
Civîna Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di demeka hestyar de ye. Piştî hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê di dawiya sala 2025ê de û hilbijartina desteya nû ya Serokatiya Parlamentoya Iraqê di rojên 29 û 30ê Beçileya 2025ê de, pêvajoya siyasî ya Iraqê niha li benda pêngavên destûrî yên bê ye.
Li gorî madeya 72ê ya destûra Iraqê, parlementoyê 30 roj hene ku serokomarekê nû hilbijêre. Piştî hilbijartina wî, Serokomar dê berbijarê fraksiyona herî mezin a parlementoyê destnîşan bike ku kabîneya nû ya hikûmeta federal ava bike. Niha Çarçoveya Hevahengiyê, wekî mezintirîn aliyê Şîeyan danûstandinên xwe ji bo destnîşankirina berbijarê serokwezîriyê zêde kirine.
Di vê navberê de, Parlementoya Iraqê deriyê xweberbijarkirinê ji bo posta Serokkomarê Iraqê vekiriye, ku li gorî edetê siyasî para Kurdan e. Biryara PDKê li ser hebûna berbijarekî an jî lihevkirina bi aliyên din re dê bandoreka rasterast li ser nexşeya siyasî ya paşerojê ya Iraqê û parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hebe.