Ayşegul Dogan: Aykol di salên herî tarî de bû rêhevalê gelê Kurd

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol li Enqerê li nexweşxaneya ku lê dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Ji bo Aykol merasîmek hate lidarxistin û piştre jî bi axê hate spartin. Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar got wan nirxekî mezin winda kiriye û piştî Apê Mûsa nûnerê herî hêja yê kevneşopiya çapemeniya azad e. Berdevka DEM Partiyê jî da zanîn ku Aykol di salên herî tarî ku zilm li Kurdan dihate kirin de xwest bi Kurdan re be.

Huseyîn Aykolê nivîskar, rojnameger û mamosteyê çapemeniya azad ku ji 14ê Cotmehê û vir ve li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê dihat dermankirin di 73ê saliya xwe de koça dawî kir. Aykolê ku bi giştî 12 salên emrê xwe di girtîgehan, di nav îşkenceyan de derbas kir di destpêka salên 1990î de beşdarî damezrandina rojnameya heftane Rastiya Gel (Halk Gerçegî) bû û piştre xebata xwe ji bo rojnameyên wekî Ozgur Ulke, Ozgur Gundem, Ozgurlukçu Demokrasi û Yeni Yaşamê domand. Li Enqereyê jî bi tevlîbûna siyasetmedar, malbat, hempîşe û hevalên Aykol merasîmek hate lidarxistin. 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar ji K24ê re got: “Me nirxekî pir mezin winda kir. Ew yekî wisa bû ku cihê wî nayê dagirtin. Her tim dihat gotin ku ew yek ji pêşengên kevneşopiya çapemeniya azad e, ev rast e. Ger kesayetek hebe ku mirov bikaribe pê re bide ber hev, ew Apê Mûsa ye. Di nifşê piştî Apê Mûsa de, nûnerê herî hêja yê vê kevneşopiyê bû. Pênûsa wî û dilê wî yek bûn. Jiyana wî û helwesta wî heman bûn. Nirxên têkoşîna wî, nirxên jiyana wî bûn. Em ê pir bêriya Huseyin bikin. Em jî wek rêheval, heval û dostên wî, dê wî her tim bidin jiyandin.”

Di merasîmê de Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî ragihand, Aykol ji bo Kurdan 40-50 salên emrê xwe da pey şopa heqîqet û rastiyê Kurd deyndarê wî ne. Herwiha peyamên sersaxiyê yên girtiyan û rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî hatin xwendin. 

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ji K24ê re got: "Huseyîn Aykol kesekî xwedî ruhê şoreşgerî bû ku jiyana xwe di rêya heqîqet û rastiyê de xerç kiribû. Ew ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest mîna birayekî mezin, rojnamevanekî dilsoz û rêhevalekî hêja bû. Di salên herî tarî û zehmet de, dema ku zilm û zordarî li ser gelê Kurd hebû, wî tercîh kir ku bi vî gelî re bimeşe û bibe dengê wan ê li her derê. Mixabin, mirovên xwedî ruhê şoreşger û aştîxwaz pir zû ji nava me bar dikin. Hêviya me ew e ku ev bibe windahiya dawî ya bi vî rengî û êdî tu kes bi vî awayî zû koç neke."

Piştî ku nimêja cenazeyê ya mizgeftê Aykol li Goristana Karşiyaka ya Enqerê bi axê hate spartin. Aykol, di 20ê Îlonê di merasîma bîranîna Apê Mûsa ya li gundê Sitîlîlê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de gotibû; “Ji bo ku ev al nekeve erdê, ez ê heta dawiya jiyana xwe li vir bim ku li ser gora wî, vê carê ew soz bo wî hat dayîn.