Trump piştî Venezuelayê, gefê li Meksîk, Kûba û Kolombiyayê dixwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, piştî girtina Nicolas Maduro, niha dora çareserkirina kêşeyên li Maksîk, Kûba û Kolombiyayê ye. Trump serokên wan welatan bi "lawazî" û "piştgirîkirina bazirganiya madeyên hişbir" tometbar kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 3ê Çileyê di hevpeyvînekê de ligel kanala "Fox News" û di civîneke çapemeniyê de li Floridayê, peyamên tund arasteyî welatên Amerîkaya Latîn kirin. Ev daxuyaniyên Trump piştî operasyona leşkerî ya Amerîkayê ya li Venezuelayê û girtina Nicolas Maduro hatin.

Maksîk: 'Kartel welat birêve dibin'

Trump derbarê rewşa Maksîkê de got, Seroka Maksîkê Claudia Sheinbaum "bêdesthilat" e û kontrola welat ji dest daye. Trump îdia kir ku li Maksîkê ne hikûmet, lê kartelên madeyên hişbir serdest in û wiha berdewam kir: "Me gelek caran pêşniyara alîkariyê kir, lê ew jinik (Sheinbaum) ditirse. Washington dikare ji bo Maksîkê serî li rêkarên hên tundtir bide."

Kûba: 'Divê Havana nîgeran be'

Mijareke din a germ a Washingtonê, Kûba ye. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, ku li gel Trump amade bû, hişyarî da hikûmeta Kûbayê û got: "Heke ez li Havanayê bijîm û endamekî hikûmetê bam, ez ê niha gelekî nîgeran bama." Rubio Kûba wekî "karesatekê" pênase kir ku ji aliyê "mirovên pîr û nekêrhatî" ve tê birêvebirin. 

HerwihaTrump jî amaje bi wê yekê kir ku dibe Kûba bibe armanca nû ya polîtîkayên berfireh ên Amerîkayê li herêmê.

Kolombiya: 'Petro kokaînê dişîne Amerîkayê'

Trump hişyariyeke taybet û tund da Serokê Kolombiyayê Gustavo Petro. Trump, Petro bi hilberîna kokaînê û şandina wê ya bo Amerîkayê tometbar kir û got: "Divê Petro baldar be." 

Ev dijberiya Trump piştî wê yekê hat ku Gustavo Petro operasyona Amerîkayê ya li ser Venezuelayê şermezar kiribû û daxwaza civîneke awarte ya Neteweyên Yekgirtî kiribû, da ku li dijî "destdirêjiya Amerîkayê" bisekinin.

Girtina Maduro

Donald Trump careke din piştrast kir ku Nicolas Maduro û malbata wî ji aliyê hêzên taybet ên Amerîkayê ve hatine girtin û dê li New Yorkê ji ber "bazirganiya madeyên hişbir" werin dadgehkirin.