Îlham Ehmed: Ez ji welatiyan dixwazim hişyar bin û li dû gotgotkan neçin
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand: Ez ji welatiyan dixwazim ku pir hişyar bin û li dû gotgotkan neçin.
Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed îro (Duşem, 19.01.2026) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye nivîsiye: Hemî ew raportên ku behsa komkujiyê li Hesekeyê dikin ne rast in û bi tevahî çêkirî ne.
Îlham Ehmed amaje jî da: Ev têkdan ji hêla komên tundrê yên hêzên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ve tên belavkirin, bi merema têkdana agirbestê, peydakirina aloziyên eşîrî û çêkirina derfetan ji bo êrîşkirina li ser Heseke û Kobaniyê.
Berpirsa navbirî li dawiyê tekez jî kir ku, ew pabendî agirbestê ne û ji bo yekgirtina tevahî ya hêzan li Hesekeyê dixebitin.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê duhî (Yekşem, 18.01.2026) wekî bicihanîna lihevkirina nû ya di navbera Şam û HSDê de bi rengekê fermî rawestandina şer û agirbestê li hemî eniyan ragihand, herwesa rêkar dan hêzên artêşê ku ser û malên welatiyan biparêzin.
Wezareta navbirî herwesa ragihand: Li ser bingeha wê peymana ku di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de hatiye kirin, em radigihînin ku agirbest li hemî eniyan û rawestandina giştî ya kiryarên leşkerî li deverên cuda cuda yên pevçûnê hatiye destpêkirin."
Her wê wezaretê amaje jî da ku, armanca vê pêngavê "amadekirina vekirina korîdoreka aştiyane ji bo vegera şêniyan ji bo deverên wan e, û herwesa rê li ber vegera dezgehên dewletê vedike da ku erkên xwe di xizmeta welatiyan de bicîh bînin.