PDKê 2 berbijar ji bo posta Serokkomariya Iraqê nîşan dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) du endamên xwe, Fuad Husên û Newzad Hadî, ji bo posta Serokkomariya Iraqê berbijar kirin.
Li gorî zanyariyên ku Kurdistan24ê ji jêderekî bilind a PDK’ê wergirtine, PDKê kurtenameya (CV) her du berbijarên xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Iraqê kiriye. Ev pêngav di demekê de hat ku îro Duşemê, 5ê Çileya 2026an, saet di 15:00an de deriyê serlêdanan ji bo vê postê hat girtin.
Fuad Husên kî ye?
- Zanist: Beşa Zimanê Îngilîzî li Zanîngeha Bexdayê qedandiye û xwediyê pileya Doktorayê (PhD) di warê Peywendiyên Navdewletî de ye. Ew bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Holendî dizane.
- Destpêka Siyasî: Di sala 1967an de bûye endamê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û di sala 1974an de tevlî rêzên Pêşmerge bûye.
- Xebata li Ewropayê: Piştî niskoya şoreşê di sala 1975an de çûye Holendayê. Li wir bûye Sekreterê Komeleya Xwendekarên Kurdistanê li derveyî welat û di sala 1987an de wekî Cîgirê Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê kar kiriye.
- Postên Bilind: Di sala 2005an de bû Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê. Di navbera 2018-2020an de Wezîrê Darayî yê Iraqê bû û ji sala 2020an û vir ve jî wekî Wezîrê Derve yê Iraqê kar dike.
Newzad Hadî kî ye?
Newzad Hadî Mewlûd Mihemed, Di sala 1963an de li Hewlêrê ji dayîk bûye û EW endezyar û siyasetmedarekî diyar ê Herêma Kurdistanê ye:
- Zanist: Di sala 1987an de Beşa Endezyariya Elektrîkê li Zanîngeha Selahedînê qedandiye. Bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Farisî dizane.
- Kariyera Îdarî: Ji sala 2004an heta 2019an, bo DEMA 15 salan Parêzgarê Hewlêrê bû. Di bin serokatiya wî de li Hewlêrê zêdetirî 14 hezar proje bi bihayê 10 mîlyar dolarî hatin cîbicîkirin. Piştre bû Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê.
- Postên Partîtî: Niha endamê Polîtburoya PDK’ê ye û Berpirsê Ofîsa Rêxistina PDK’ê ya li parêzgeha Neynewayê ye.