Rewangeha Sûriyeyî: Peyama Serok Barzanî li ser rewşa Kurdên Helebê gelek girîng e

Ramî Ebdirehman
Ramî Ebdirehman

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ew zanyarên ku behsa wê yekê dikin ku Hêzên Ewlekariya Navxweyî xelkê sivîl dikin armanc ne rast in, hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê Kurdan dikin armanc.”

Birêvebirê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman îro (Çarşem, 07.01.2026) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ew zanyarên ku behsa wê yekê dikin ku Hêzên Ewlekariya Navxweyî xelkê sivîl dikin armanc ne rast in, hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê Kurdan dikin armanc.”

Ramî Ebdirehman herwesa got: “Êrîşên li ser taxên Kurdan terorîstî ne, û ew çekdarên di nav Hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê de ne ji welatên din hatine.”

Navbirî amaje jî da: “Serok Barzanî dibêje ku Kurdên Sûriyeyê ne bi tenê ne û herwesa wêneyê Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî ew zêdetir hêrs kirin. Herwesa peyama Serok Barzanî ya li dijî êrîşên li ser Kurdên Helebê jî pir girîng e.”

Serok Barzanî îro (Çarşem, 07.01.2026) li ser şer û aloziyên ku li taxên Kurdan ên Helebê hene peyamek belav kir.

Serok Barzanî her îro di ragihandinekê de got: “Ev rewşa metirsîdar û şer û tundûtûjiya ku niha li bajarê Helebê heye, cihê gelek dilgiraniyê ye û metirsî li ser jiyana xelkê sîvîl û welatiyên bêtawan çê kiriye û gefa qirkirina etnîkî li dijî Kurdan li wê deverê heye.”

Serok Barzanî di peyama xwe de tekez jî kir: “Me bi hemî aliyan re gelek bizav kir ku divê hemî pirsgirêka û nakokî bi rêya diyalogê û bi awayekê aştiyane bên çareserkirin.”