Nêçîrvan Barzanî û Ebas Iraqçî rewşa deverê nîqaş kir

Nêçîrvan Barzanî û Ebas Iraqçî
Nêçîrvan Barzanî û Ebas Iraqçî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê di peywendiyeke telefonî de bi Serokê Herêma Kurdistanê re peyamek li ser êrîşên Amerîka û Îsraîlê gihand, Serokê Herêma Kurdistanê jî hevxemiya xwe ji bo kuştina Rêberê Bilind ê Îranê anî ziman û her du aliyan tekezî li ser pêkanîna peymana ewlehiyê kir.

Wezareta Derve ya Îranê îro (Çarşem, 4ê Adara 2026ê) ragihand ku, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di wê peywendiyê de, ji ber kuştina Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û hejmareke rêber û welatiyên Îranê di encama êrîşên Amerîka û Îsraîlê de, sersaxî ji Îranê re xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo parastin û pêşxistina têkiliyên dostane bi Komara Îslamî ya Îranê re kir.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî jî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku, ew êrîş di demekê de hatine kirin ku danûstandin ji bo cara duyê di neh mehên borî de berdewam bûn, ev jî wekî delîlê şerxwazî ​​û nerastgoyîya Amerîkayê di dosyeya atomî de wesf kir.

Ebas Iraqî herwesa haydarî da ku, ev êrîşa leşkerî dê bibe sedema nemana tenahiyê li tevahiya deverê dê encamên cîhanî hebin.

Pareke din a wê peywendiyê girêdayî mijarên ewlehiyê bû; Her du aliyan tekezî li ser xurtkirina hevkariyan di çarçoveya peymannameya ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de kir, ji bo parastina sînoran û pêşîgirtina li her aliyekî ji bo bikaranîna wê axê bi merema têkdana ewlehiya deverê.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.