PDK û YNK li ser avakirina hikûmeta nû û posta Serokkomariya Iraqê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandên danûstankar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo gotûbêjkirina çend mijarên giring civiyan.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê, her du şandan li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, aktîfkirina parlamenê û mijara Serokkomariya Iraqê gotûbêj kirine.

Hat diyarkirin ku yek ji senaryoyan ew e ku PDK û YNK hewl didin bibe xwedî namzedekî hevbeş ji bo posta Serokkomarê Iraqê; çi namzedê PDKê be yan jî yê YNKê be. Ji ber vê yekê, li ser vê mijarê gotûbêjên kûr hatine kirin.

Eger PDK û YNK li ser mijara pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigihîjin rêkeftinê, ev yek dê bibe dergehek ji bo aktîfkirina parlamentoyê û yekalîkirina posta Serokkomariya Iraqê.

Beriya niha endamên şandên danûstankar ên her du aliyan dabûn xuyakirin ku dibe ku îro bigihîjin rêkeftinê û wextekî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê diyar bikin. Ev pêvajo pêdivî bi çend rêkarên yasayî û kargêrî heye:

- Aktîfkirina parlamentoyê û hilbijartina Serokê Parlamenê û cîgirên wî.

- Piştî vê, 5 roj derî ji bo namzedên Serokatiya Herêmê tê vekirin.

- 3 roj wext ji bo îtirazan tê diyarkirin.

- Di nav 15 rojan de Serokê Herêmê tê hilbijartin.

- Piştî hilbijartinê, Serokê Herêmê Serokwezîr radisipêre ji bo pêkanîna kabîneya nû.

Endamên şandan:

Şanda PDKê: Hoşyar Zêbarî, Piştîwan Sadiq, Dilşad Şehab û Umêd Sebah.

Şanda YNKê: Qubad Talebanî, Derbaz Kosret Resûl, Dr. Rêwas Fayîq û Şalaw Şêx Selah.