Ewlekariya Helebê droneka hikûmeta demkî ya Şamê pûç kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Helebê droneka din a artêşa hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xist xwarê û metirsiya wê li ser deverê pûç kir.

Tîmên parastina asmanî yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro (Pêncşem, 08.01.2026) di berdewamiya bizavên xwe yên ewlehiyê de karî dronekê, ku ji aliyê komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ve hatibû arastekirin, berî ku bigihîje armanca xwe li asmanê Helebê pûç bikin.

Xistina vê dronê nîşana amadebaşî û çavdêriya baş a hêzên ewlehiyê ye ji bo pêşîgirtina li her êrîşeka terorîstî, ku aramiya wî bajarî û şêniyên wê bike armanc.

Ev bûyer di demekê de ye ku, bikaranîna dronan ji aliyê komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve zêde bûye, ku merem jê pêkanîna êrîşên ji nişka ve û têkdana tenahiya deverên aram e.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê tekez jî kir ku, ew dê li ser parastina deverê û bersinggirtina her bizaveka têkderane berdewam bin, xasma jî ji ber ku ev cara gelekê ye di dema sala borî de êrîşên bi vî rengî bi rêya asmanî tên kirin û ji aliyê tîmên ewlehiyê ve tên pûçkirin.